Li Vîetnamê bahoza dijwar rê li ber lehiyê vekir. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya AFP’ê li Vîetnamê bahoza tropîkal ya bi navê Wipha bû sedema karesata lehiyê.
Bahoza dijwar ya roja sêşemê ji nişkêve rê li ber baran û lehiyê vekir.
Hat ragihandin li gundên herêmên navîn yên welêt bi sedan malbat neçar mane ji malên xwe derkevin.
Rayaderên eyaleta Nighe An ragihandin ji ber vê karesatê ew neçar mane ava rezervuara santrala hîdroelektrîkê ya herî mezin a li herêmê vala bikin.



