Birîndar û çalakvanên ji Siwêdayê sûc û komkujiyên li bajêr, gundewarên wê û di hundirê nexweşxaneyan de hatine kirin û êrişên yekser ên li dijî wan, vegotin.
Hejmareke birîndarên êrişên dawîn ên li ser Siwêdayê û gundewarên wê û çalakvanên civaka sivîl ji ajansa me re sûc û hedefgirtina wan a yekser ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve û komkujiyên li qadan vegotin.
Birîndar Hemdî Nesar Zehredîn ê ji gundê Kefer Leheh, tiştê dîtiye û çawa birîndar bûye ji ajansa me re zelal kir û got: “Hêzên Ewlekariya Giştî û Bedewiyan ji gundê Mecdel ve êrişî me kir û top avêtin me.
Me li ber xwe de heta ku nekevin herêmên me. Lê balafireke bêmirov a Ewlekariya Giştî em bombebaran kirin.
Ez, birayê xwe, pismamê min ê bijîşk û hevjînê xwişka min birîndar bûn.”
Welatiyekî bi navê Îyad El Heyan jî diyar kir ku dema hêzên hikumeta veguhêz di roja yekê ya êrişê de bi panzêran derbasî bajêr bûn, ew bi obîseke wan birîndar bû.
Birîndarekî din jî aşkera kir ji lingê xwe birîndar bûye û got hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xelkê Siwêdayê yekser gulebaran kir.
Birîndar hêzên hikumetê wek “DAIŞˊî” wesif kirin û anî ziman ku li şûna parastina sivîlan wan xebatkarên tenduristiyê û xwebexşçn berê xwe dida nexweşxaneyê, gulebaran dikirin.
Birîndar got bi awayekî yekser bijîşk û çavdêrên nexweşxaneyan hatin tesfiyekirin.
Li Siwêdayê, ji 13ˊê Tîrmeha 2025ˊan ve pevçûn û êriş hene, di encamê de li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) heta niha hezar û 311 kes hatine kuştin, ji wan 196 li kuçe û kolanan hatine gulebarankirin, binesazî hatiye wêrankirin, mal û milkên welatiyan hatine dizîn û şewitandin.



