Girîngiya rola jinan di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de, mijara panelekê li Qamişloyê bû ku jinan tê de gotin ew dikarin qeydên baviksalariyê yên zordest bişikînin ku armanca wan paşguhkirina rola wê di jiyana siyasî û civakî de ye.
Meryem Cindo ji Efrîna dagirkirî koçber bûye û di panelê de behsa dîroka jinên êzidî, fermanên li dijî wan kir û diyar kir ku armanc şikandina vîna jina azad û wê nehêlin rola xwe ya çalak di civakê de bilîze.
Meryemê rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina jinên êzidî li Şengalê û rizgarkirina wan ji destê DAIŞ`ê de silav kir.
Seroka Yekitiya Jinan a Êzidî ya Rojava Hediye Şemo behsa komkujiya Şengalê û êrişên DAIŞ`ê li dijî civata êzidî û jinan kir û got: “Ew zihniyet heta niha berdewam e ku jinan ji sazkirina siberoja Sûriyeyê dûr dixin.”
Hediye ev li gotinên xwe zêde kir: “Yekitiya pêkhateyan li herêmê û pergala hevserokatiyê, li Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Em dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan di felsefe û ramanên xwe yên rizgariyê de roleke mezin daye jinan.”
Dûre jinan mijara panelê nîqaş kir û banga parastina pêkhateyên Sûriyeyê bi taybet piştî ku êrişên li dijî jinên elewî û durzî kir û jinan diyar kir ku ev êriş nîşaneya fikrê tundrew ê li dijî jinan e ku heta niha berdewam e.



