Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Steve Witkof ragihand ku Hamas naxwaze lihevkirin çêbibe û ji ber vê yekê ew jî şandeyên xwe yên li Dohayê ji bo gotûbêjkirina rewşê paşde dikişînin.
Wîtkof li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. Diyar kir ku ew şandeya xwe ya li paytexta Qatarê Dohayê paşde dikişînin, ji ber ku Hamas naxwaze nêzî lihevkirinê bibe.
Wîtkof got ji bo ku karibin dîlgirtiyên di dest Hamasê de ji wan bigirin ew ê li ser vebijêrkên cuda bisekinin.
Wîtkof di peyama xwe de wiha got: “Her çiqasî navbeynkaran gelekî hewl dan jî Hamas pir hevaheng an jî niyetpak xuya nake. Em ê niha ji bo ku em karibin dîlgirtiyan bînin malên wan û ji bo gelê Xezzeyê atmosfereke bi îstîqrartir ava bikin vebijêrkên alternatîf binirxînin. Ev tevgera ezez a Hamasê şerm e. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe û li Xezzeyê aştiyeke mayinde pêk were em bi biryardarî dixebitin.”



