Li Idilibê danê sibê de, di depya çekan a çeteyên “Hizbê Îslamî ya Turkistanî” teqînek çêbû.
Di encamê de heta niha 12 kes hatin kuştin û da û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li ser bilançoya dawî ya teqînê ragihnd:
“Di encama teqîna li rojhilatê bajarokê Fewa û li nêzî bajarokê Sirînê yê gundewarê Idlibê çêbûye, hejmara kuştiyan derket 12 kesan.
Di nav wan de jinek, zarokek û 2 kesên nasnameya wan nediyar hene.”
Agahî hene ku bîlançoya miriyan zêdetir bibe.
Her wiha di encama teqînî de nêzî 107 kes birîndar bûye ku piraniya wan sivîl in.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku li gorî agahiyan di nava kuştî û birîndaran de çeteyên turkistanî hene.
Lê agahiyên der barê çarenûsa wan de nayên parvekirin.



