Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bendên tifaqa di navbera Israîl û hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de derbarê Siwêdayê de aşkere kir.
Çavdêriyê da zanîn ku her du aliyan li ser 7 bendan li hevkirine ku ew jî wiha ne:
– Amerîka dê rasterast bi dosya Siwêdayê re mijûl bibe û pêkanîna bendên tifaqê bişopînin
– Çekdarên eşîr û ewlehiya giştî ji Siwêda û derdora wê vekişin
– Hêzên Durzî wê hemû gundewarê Siwêdayê ji çekdarên Bedû paqij bikin
– Sazkirina meclisan ji xelkê Siwêdayê ji bo pêşkêşkirina xizmetê ji şêniyan re
– Komîteyek ji bo belgekirina sûcên derheqê Durziyan de û ji Amerîkayê re were pêşkêş kirin
– Parêzgeha Quneytra û Dera were bêçek-kirin û sazkirina komîteyên ewlehiyê bê çekên giran ji xelkê wir
– Qedexe ye ku ti sazî yan rêxistineke Şamê derbasî Siwêdayê bibe û rê ji rêxistinên NY re were vekirin
Netanyahu: Em li kêleka Durziyan e û em ê başûrê Sûriyê bêçek bikin
Têkildarî wê serokê Hikûmeta Israîlê Benyamîn Netanyahu ragihand ku ew ê bê deng nemînin û li kêleka birayên xwe yên Durzî bisekinin.
Her wiha got ku ew ê Durziyan biparêzin û başûrê Şamê bêçek bikin.
Çavdêr dibînin ku li gorî vê tifaqê başûrê Sûriyê xweseriya xwe ji Şamê bi dest dixe.


