Li bajarên başûrê Sûriyê bîlançoya kuştin û revandina jinan her diçe giran dibe.
Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ji destpêka salê ve zêdeyî 630 jin hatine kuştin û bi sedan jî hatine revandin.
Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ji Adara 2025’an û vir ve li Lazkiye, Tertûs, Hama, Hûms, Şam û Helebê 38 jin û zarokên keç ên Elewî hatin revandin.
Li bajarên başûrê Sûriyê ên mîna Lazqiye, Der’a, Siwêda û Tertûs kuştin û revandin û bi taybetî ya jinan ji aliyê hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ve her diçe zêde dibe.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), encamên dawiyê yên kuştin û revandina jinan eşkere kir.
“Ji destpêka salê ve 635 jin hatin revandin û 400 jî winda ne”
Li gorî raporan ji destpêka vê salê ve li herêmên di bin serweriya hikumetê de zêdeyî 630 jin hatin kuştin û 400 jin jî winda ne û aqubeta wan ne diyar e.
Piştî ku 13’ê Tîrmehê êrişên li dijî Siwêdayê destpêkirin, li vî bajarî jî hovîtiya li dijî welatiyan, komkujî û revandin gihiştin asta herî jor.
Li gorî rapora çavdêriyê ya herî dawî hêjmara kuştiyên li Siwêdayê derket hezar 339 kesan.
NY: Ji meha Adarê ve 38 zarokên keç û jinên elewî hatine revandin
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî têkildarî revandin jinên Elewî de raporek weşand û ragihand ku li bajarên cuda yên Sûriyeyê bûyerên revandin, windakirin û tundiya zayendî ya li hemberî jin û keçên civaka Elewî di asteke metirsîdar de ne.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya ku roja Çarşemê hate weşandin, ji Adara 2025’an û vir ve li Lazkiye, Tertûs, Hama, Hûms, Şam û Helebê 38 jin û zarokên keç ên Elewî hatin revandin û dîmenên wan hatin weşandin.
NY: Temenên kesên hatine revandin di navabera 3-40 de ye
Li gorî raporê, jin û zarokên keç ên ji 3 heta 40 salî, bi giranî nava rojê -dema diçûn dibistanê, serdana xizmên xwe, yan jî ji bo demeke kurt ji malê derketin- hatin revandin.
Hate ragihandin ku piştî bûyerê bi giranî gef li malbatên wan hate xwarin ku ji raya giştî re neaxivin û destpêkirina lêpirsîna fermî hate astengkirin.
NY: Zarokên keç bi darê zorê hatin zewicandin
Di raporê de hate gotin, zarokên keç bi darê zorê hatin zewicandin.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku li gorî agahiyên gihîştin destê wan hin ji mexdûran di dema dîlgirtinê de hatin tevizandin û êrîşên fîzîkî li wan hate kirin.
Pispor dibêjin, ev rewş nîşan dide ku li hemberî jinên Elewî kampanyayeke bi rêk û pêk a li ser zayendîperestiyê tê meşandin.
Banga bi dawîkirina tundiyê li hikumetê hate kirin
Di raporê de hate ragihandin ku di gelek bûyeran de hikumetê lêpirsîneke bê alî û di dema xwe de nekir, hin caran jî gilî û gazinên malbatan li ber çavan nehate girtin.
Her wiha bang li hikumetê hate kirin ku dawî li vê tundiyê bîne û baweriya bi sîstema edaletê ji nû ve ava bike.



