Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku wan bi hinceta “bêdilîya Hemasê ya ji bo agirbestê” biryar daye ku tîma xwe ya dan û standinan ji Dohaya paytexta Qeterê vekişinin.
Beriya niha Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku Îsraîlê şertên pêwîst ên ji bo agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirine.
Witkoff Hemas bi xemsariyê tometbar kir û ji bo vegerandina dîlan li alternatîfên din bigerin.
Amerîka xwe ji agirbesta li Xezayê vekişand.
Piştî kuştina 58 hezar û 895 kesan û hilweşandina bajarê Xezayê hîna jî Îsraîl û Hemasê li hev nakin.
Her dawî nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku wan bi hinceta “bêdilîya Hemasê ya ji bo agirbestê” biryar daye ku tîma xwe ya dan û standinan ji Dohaya paytexta Qeterê vekişinin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li ser hesabê xwe yê Xê derbarê dan û standinên agirbestê yên li Xezeyê de wiha got:
“Piştî bersiva dawî ya Hemasê ku bi awayekî eşkere nîşan dide ku nexwestina wê ya ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê heye, me biryar da ku em tîma xwe ji bo şêwrê ji Dohayê vegerînin malê.”
Witkoff Hemas bi xemsariyê tometbar kir û ji bo vegerandina dîlan li alternatîfên din bigerin û wiha pê de çû:
Tevî ku navbeynkaran hewldaneke mezin kir jî, xuya ye ku Hemas bi niyeta baş tev nagere.
Li gorî Steve Witkoff ew ê niha ji bo vegerandina dîlan li malên wan li vebijêrkên alternatîf bigerin û hewl bidin ku ji bo xelkê Xezeyê jîngeheke aramtir ava bikin.
Witkoff da zanîn ku ew di mijara misogerkirina aştiyeke mayînde ya li xezeyê de bi biryar in.
Amerîka ji dan û standinên Hemas û Îsraîlê vekişiya
Beriya niha Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku Îsraîlê şertên pêwîst ên ji bo agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirine.
Her wiha pêşniyar ji aliyê Qeter û Misirê ve ku navbeynkariya dan û standinên agirbestê dikin, pêşkêşî Hemasê hatibû kirin.
Hemasê ragihandibû ku wan derbarê agirbest û pevguhertina dîlan a li gel Îsraîlê de “bersiveke erênî” daye navbeynkaran û ji bo cîbicîkirina agirbestê amadeyî danûstandinan in.
Rêvebiriya Tel Avîvê jî gotibû ku guhertinên Hemasê yên di pêşniyara Qeterê de nayên qebûlkirin lê dîsa jî şandeya Îsraîlê ji bo dan û standinan çûbû Dohayê.
Heta niha aliyan li Dohayê li ser agirbesteke demkî ya 60 rojî, berdana 10 dîlên sax, radestkirina termê 18 dîlên Îsraîlî yên mirî û li ser dan û standinên ji bo agirbesteke mayînde hevdîtin dikirin.
Hatibû destnîşankirin ku pirsgirêk bi piranî hatine çareserkirin lê israra Îsraîlê ya ji bo domandina hebûna xwe ya li derdora Xezeyê nehatiye derbaskirin.
Îsraîlê ragihandibû ku ew plan dike ku eger agirbest li bajarê Refahê yê li başûrê Xezeyê pêk were jî hebûna xwe bidomîne û bi mebesta sirgûnkirina Filistîniyan ji bo welatên din “kampeke komkirinê” ava bike.



