Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bang li hemû hêzên çalak, hêzên çekdar, kesayetên sivîl û olî, kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û jiyana asayî bo bajarê Siwêdayê û gundewarê wê hevkariyê bikin.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, Tariq El Şûfî, daxuyaniyek bi video weşand û banga yekîtî û hevgirtinê kir.
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên çalak, di nav de hêzên çekdar, kesayetên sivîl û olî, kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û jiyana asayî bo bajar û gudewarên Swêdayî hevkariyê bikin.
Her wiha Fermandarê Meclisa Leşkerî ya li Siwêdayê bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî û Desteyên NY kir ku “erkê xwe yê mirovî ji bo Siwêdayê bi cih bînin, xelkên wê ji siyasetên barbar biparêzin, û ji bo peydakirina alîkariya bijîşkî û mirovî ya bilez bixebitin.”


