Veysî Aktaş Yê ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû, duh hat berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, Veysî Aktaş yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan.
Di 28’ê Nîsana 2024an de, li gorî şert û mercên qanûnî cezayê xwe yê 30 salî temam kir.
Lê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê, berdana Aktaş ji bo salekê hate taloqkirin.
Piştî salekê berdana Aktaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Veysî Aktaş yê ku berdana wî salek û 3 mehan hate taloqkirin, di 25’ê Tîrmehê ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan.



