Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê xebatkarên navenda tenduristiyê ji xelkê bajêr û gundewarên wê re xizmetên tenduristî pêşkêş dikin.
Navend nuqteya yekane ye ku bi rêya tîma xwe ya ji 37 xebatkaran pêk tê, xizmetê pêşkêşî nêzî 55 hezar welatiyan dike.
Ku ev xebatkar bi awayekî nobedarî dixebitin û xizmetekî baş pêşkêş bikin.
Navend bi rêya bi hemû klînîkên xwe bê pere xizmet dike û derman jî bê pere ji dermanxaneya navendê tê wergirtin.
Lê ji ber kêmbûna hin alavên wênegirtinên tibî ,nexweşên giran ji nexweşxaneyên Hesekê re yên tên veguhastin.
Rêveberê navenda tenduristiyê Mehmûd El Muayûf di derbarê kêmbûna alavan diyar kir ku ku ew ji bo peydakirina pêdiviyên tibî yên pêwîst ji bo nexweşan hewldanên xwe didomîne.



