Generalê amerîkî Kevin Lambert bi merasîmekê li şûna Kevin Leahy bû fermandarê nû yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi daxuyaniyekê li ser platforma X’ê spasiya General Kevin Lyhi derbarê birêvebirina wî ji hêzên Koalisyonê Navneteweyî û hevkariya wî li gel QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de, kir.
Her wiha Mazlûm Ebdî bi xêrhatina General Kevin Lambert kir û got ku ew ê wek QSD’ê li gel wî tekoşîna hevbeş li dijî terorê dewam bikin.
Kevin Lambert bû fermandarê nû yê hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê
General Kevin Lambert bi merasîmekê li baregeha Union 3 a li Herêma Kesk a Bexdayê bû fermandarê Hêzên Operasyona Hevbeş-Operasyona Çareseriya Xwezayî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê (CJTF-OIR).
Li gorî malpera Long War Journal, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî li ofîsa xwe pêşwazî li Kurilla, fermandarê berê Leahy, fermandarê nû Lambert û berpirsê kar û barên Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Fagin kir.
Nivîsgeha El Sudanî ragihand ku di civînê de siberoja hevkariya ewlehiyê ya di navbera Iraq û Koalîsyona Navneteweyî de, nirxandina qonax û pêşketinên têkiliyê.



