Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku ew bi Serokê Hikûmeta Veugêz a li Sûriyê Ehmed El-Şeri re axiviye.Macron eşkere kir ku wî ji El-Şeri re gotiye divê danûstandinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re bi pêşve biçin û çareseriyeke siyasî bi aliyên navxweyî re were dîtin.
Macron eşkere kir ku tundiya dawiyê li Sûriyê nîşaneya ziîftiya proseya veguhêz e û divê sivîl werin parastin.
Macron ji EL-Şeri re gotiye ku bi tu awayî nabe bûyerên tundiyê li Sûriyê dubare bibin û divê sûcdar werin darizandin.
Macron da zanîn ku wan bi Israîlê re nîşqaş kiriye û hevkariya xwe di warê aramiya sînorê Sûriyê û Libnanê de anîne ziman.
Duh jî Wezîrê Karê Derve yê Fransayê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re axivîbû.
Wezareta Fransayê da zanîn ku ev derfeteke bo lidarxistina civînekê li Parîsê ye û pêkanîne Peymana 10 adarê ye.
Wezîrê Fransî ji Ebdî re got ku ew dixwazin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li proseya siyasî bibin û mafên kurdan misger bibe.



