Piştî Veysî Aktaş ji girtîgeha girava Îmraliyê hate berdan bi coşek mezin ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.
Li wir peyama ji Îmraliyê raghand û got: “Emê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.”
Veysî Aktaş gihişt mala xwe ya li Taxa Rezanê ya bajarê Amedê.
Xelkê Amedê, xizm û hevalên wî bi coş, çepik û tilîliyan wî pêşwazî kirin.
Aktaş ê bi kesên ew pêşwazî kirin sihbet derbas kir û ji ber eleqeya zêde bi zorê derbasî mala xwe bû.
Di sihbetê de, silavên Rêber Apo ji beşdaran re gihand û balkişande li pêvajoya dîrokî ya li Girava Îmraliyê û got:
“Serok got: Emê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.”
Dayika wî jî , Faîke Aktaş, kêfxweşiya xwe ji ber serbestberdana kurê wê anî ziman û xwest ku hemû girtiyên din werin berdan.



