Li Kantona Cizîrê foruma eşîr û qebîleyan hat lidarxistin, beşdarên forumê piştgiriya xwe bi hêzên QSD’ê re teqez kirin û pabendîbûna xwe ya bi yekitî û hevgirtinê li hember hewldanên derxistina nakokiyan piştrast kirin.
Foruma li bajarê Tirbespiyê bi beşdariya şêx, rûspiyên eşîr û qebîleyên Ereb û Kurdan, rewşenbîr û kesayetên hat lidarxistin.
Foruma bi pêşengiya PYD’ê û hevkariya Nivîsgeha Têkiliyan ya Hêzên Sûriya Demokratîk hate bi rêvebirin.
Di Forumê de rewşa siyasî, geşdanên dawî û komkujiyên li Siwêdayê hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşê, beşdaran nerînên xwe anînziman û bi tundî komkujiyên li peravên Sûriyê û Swêdayê şermezar kirin.
Piştire li ser navê êlên Ereb, Kurd û Suryan ên li Tirbespiyê daxuyaniyek hate dayîn.
Beşdaran piştgiriya bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re teqezkirin û gotin:
Em tevahî xîtabên nefretê û hewldanên derxistina fitneyên tafî, mezhbî bi tundî şermezar dikin.
Lewam ji bo avakirina siberojeke aştiyane û dewleteke demokratîk a nenavendî û pirreng li Sûriyê hevkariya bi QSD’ê re bidomînin.”



