KNK’ê biryara qedexeya zimanê Kurdî ya li ezmûnên zanîngehan ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve hatibû girtin, şermezar kir.
KNK’ê biryara qedexeya zimanê Kurdî ku 16’ê Tîrmeha 2025’an ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê ve hatibû girtin ya nikarin li zanîngehên li Mûsil, Kerkûk û Diyalayê bi zimanê Kurdî tevlî ezmûnan bibin, şermezar kir.
KNK’ê detnîşan kir ku ev biryar li dijî madeya 4’an a destûra bingehîn a Iraqê ya sala 2005’ane ku Dadgeha Federal a Bilind derbarê vê jî xwedî biryarin.
KNK’ê anî ziman ku ew Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) vê biryara hikûmeta Iraqê ya Federal şermezar dike. KNK’ê got: “Di demekê de divê erk Serokkomarê Iraqê li gorî destûrê tevger bike, wezaretê neçar bike ku derfetên wekhev biafirîne.”



