Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşlo, şanoya “ÇEPER” a ji hêla Ulker Koksal ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Romet Beko kiriye, ji hêla Komîna Şanoyê ve hat pêşkêşkirin.
Gelek endamên çand û rêxistinên civaka sivîl ji bo temaşekieina şanoyê amade bûn.
Şano çîroka 2 gundan, “Gundê Deryayê” û “Gundê Çiyayî” vedibêje, ku bi sînorên demdirêj ji hev cuda ne û hewl didin ku niştecihên wan ji hev cuda bikin.
Şano li ser xwesteka nifşê nû ji her du gundan disekine ku van sînoran rakin û li benda jiyaneke hevpar a aştî û têgihîştinê bin.



