Çekdarên hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, dîsa agirbestê li Siwêdayê binpê dikin.
Duh bi şev, Taxên rojavayê bajarê Siwêdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hatin.
Çekdarên hikûmeta Veguhêz ji eniya Kenaker êrîş kirin û malên welatiyan talan kirin.
Di vê çarçoveyê de, duh bajarê Tel El-Hedîd û derdora wê rastî topbaraneke giran hatin, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya agirbesta heyî ye.
Ev yek di demekê de tê ku du roj in li bajarokê Kanaker talan û wêrankirina malên welatiyan berdewam dike.
Her wiha çekdarên hikûmeta veguhêz gule li komek sivîlan reşandin ku hewl didan rêya El-Seala vekin, da ku xwe bigihînin erdên xwe yên çandiniyê.
Cotkar daxwaz dikin ku rê ji bo sûdwergirtina ji van erdên çandiniyê were vekirin, lê çekdarên hikûmeta veguhêz rê li ber her hewldanek ji bo gihîştina wan digirin.



