Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek berfireh li dar xist. Di civînê de geşedanên dawîn û siberoja Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawîn li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek berfireh li dar xist.
Civîn li Navenda PYD`ê ya li bajêr bi tevlîbûna rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, her wiha nûnerên partiyên siyasî, komînan, rewşenbîr, saziyên sivîl û xizmetguzariyê, endamên meclîsa bajêr, malbatên şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star, pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Buroya Rêxistinî ya Giştî ya PYD`ê Valentîna Ebdo axivî û behsa pêşketinên siyasî yên bilez ên li herêmê kir.
Valentîna diyar kir ku veguherînên berdewam ên li Rojhilata Navîn nîşaneyên pêkanîna sistemeke nû li herêmê ye û got,, dewletên serdest, li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, hewl didin dewletên neteweyî hilweşînin û wan bikin pergal dewletên biçûk.
Her wiha bal kişand ser girîngiya parastina cihêrengiya civakî ya li Sûriyeyê û destnîşan kir ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser modela herî guncaw e ji bo siberoja ewle li Sûriyeyê.
Valentîna Ebdo banga hevgirtina di bin sîwana “Neteweya Demokratîk” de û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir.
di civînê de helwest û nêrînên beşdaran der barê mijarê hat guhdarkirin û bersiva pirsên wan hat dayin.



