Li bajarên Kobanê, Tebqa merasîmên oxirkirina şehîdan hat lidarxitin, beşdarên merasîman teqe kirin ku fedakariya wan wê ji bo nifşên pêşerojê li ser rêya azadiyê wekî çira bimînin.
Şervanên QSD’ê Elî Şahîn binasanv Tofan Belik û Mustefa Erbûş binasanav Şêx El Cebel, di encama qezayeke tirafîkê de li bajaroka Çelebiyê şehîd bûbûn.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîdan xelkê Kobanê li goristana şehîdan Dicle kombûn.
Li wir kesên axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:
“Van şehîdan soz dabûn û layîqî soza xwe derketin.
Şehîd Tofan li ser rêya şehîd Xemlîn û Erdalan meşiya û ew rê gihand serkeftinê.”
Xelkê Tebqayê şehîd Resam El Hemade oxirkirn
Li bajarê Tebqayê jî şehîd Resam El Hemade bi nasnav Qenasê Minbic bi merasîmek girsyî hat oxirkirin.
Şehîd Resam El Hemade, di 25’ê Tîrmehê de li bajarê Tebqa bi qezayekê şehîd bû.
Kesên di merasîmê de axivîn tekoşeriya şehîdan bibîrxistin û soza parastina destkftiyên şehîdan da.



