Çalakvan û rojnamevanên li bajarê Hesekê, ji bo piştgiriya bi Siwêdayê re mitîngek li darxistin, di mitîngê de banga vekirina korîdoreke mirovî di navbera Siwêdayê de û herêmên Bakur û Rojhlatî Sûriyê hate kirin.
Mitînge li pişiya Dêra Aşûriyan ya taxa Til Hecerê hate lidarxistin.
Çalakavanên siyasî, rojnamevan, endamên rêxistinên jina û kesên ji bajarê Siwêdayê jî beşdar bûn.
Di mitîngê de, durişmeyên “Em dengê qurbaniyan in” û “Nenavendî ji bo Sûriyê çareseriyê ” hate hildan.
Li wir ji xelkê bajarê Siwêdayê Diaa El Ebdullah axivî.
Diaa El Ebdullah reşa xirab ya li Siwêdayê bibîrxist û diyar kir ku parzgeha Siwêdayê di her rewşên xirab de li kêlka pêkahteyên Sûriyê bû.
Di dawiyê de beşdaran bê dengiya navnetweyî şermezar kirin û banaga korîdoreke mirovî di navbera Siwêdayê de û herêmên Bakur û Rojhlatî Sûriyê hate kirin.



