Meclîsa Gelê Kurd di navenda bajarê Lîverpoolê yê li Bakurê Rojavayê Îngilîstanê ye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê pêk anî.
Di çalakiyê de belavok û pirtûk hatin belavkirin û agahî hatin dayîn.
Çalakî ne tenê bala kurdan kişand lê belê di heman demê de bala welatiyê Birîyanî jî kişan.
Çalakvanan daxuyaniyek da û diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd jiyanî ye.
Her wiha çalakvanan behsa girîngiya xwedî derketina li vîna Rêber Apo kirin.
Her wekî hat zanîn ku divê têkoşîn bi awayek sembolîk ne, bi gavên şênber û mayînde pêş bikeve û wiha gotin:
“Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên wan li tevahî Ewropayê bidome.”



