Vê sibehê li Hewlêrê du dron û li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê jî dronek ketin xwarê.
Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî girtine, di saetên zû yên sibehê de li sînorê Hewlêrê 2 dron ketine xwarê.
Hate zanîn ku yek ji dronan, li nav zeviyek li gundê Kosor ketiye û drona din jî li nehiyeya Rezkarî ya ser bi navçeya Xebat ketiye xwarê.
Hûrgiliyên bûyerê hîn ne zelal nebûne. Heta niha ti daxuyaniyek fermî ji aliyê rayedaran ve nehatiye dayîn bê ka dron ên kîjan aliyane û çima ketine.
Piştî ketina du dronan li sînorê Hewlêrê, heman vê sibehê li sînorê bajarokê Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê jî dronek kete xwarê.
Hêjayî gotinêye ku êriş û çalakiyên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê, piştî şerê Îsraîl û Îranê, destpê kirin. Taybet bîrên neftê û balafirgeh hatin hedef girtin. Bîr û zeviyên neftê yên li deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bi dronên bombebarkirî hatin hedef girtin. Li gor wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêmê, ziyana rojane ya van êrişan nêzî 200 hezar bermîl neft bû.
Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê ragihand ku çavkaniya dronên ku di êrişan de hatine bikaranîn hate destnîşankirin û drone ji cihekî diyarkirî li axa Iraqê hatine avêtin, her wiha aliyên ku di pêkanîna û hevrêzkirina operasyona dijminane de beşdar bûne jî hatine destnîşankirin. Lê li ser cih û aliyên ku van êrişan pêknaiyîn de agahî neda.



