Çalakiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku li Sûka Kevn a Şengalê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Di dema çalakiyê de saetên êvarê li ber wêneyên şehîda mûm hatin pêxstin û şehîd hatin bibîranîn.
Gelek welatiyan serdana cihê çalakiyê kirin û wêneyên şehîdên xwe yên dema fermanê,bi dîwarên kevnar û wêranbûyî yên Şengala Kevin ve daliqandin.
Her wiha di çalakiyê de Oldarê Êzidî Faxir Xelef axivî.
Faxir Xelef anî ziman ku raste gelek zehmetî hate dîtin û ferman bi ser wan de rabû, lê dijmin nikaribû wan tune bike û got:
“Em niha ji berê bi hêztir in û dikarin li ber xwe bidin.
Ji bo ku em tune nebin, lazim e em yekîtiya xwe mezin bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ku ev du salin Meclisa Xweseriya Şengalê, di salvegera fermanê de livir dest bi çalakiyên bîranînê dike.



