Rûspiyên eşîrên Dêrazor û Reqayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi QSD`ê re ne.
Rûspiyên Reqa û Dêrazorê bi daxuyaniyekê agahiyên li ser medya dijîtal belav dibin ku wan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) banga “seferberiyê” kirine, derewandin.
Rûspiyan gotin ew hewldanên derxistina fitneyê re dikin û di heman demê de teqez kirin ku ew bi QSD`ê re ne.
Di dawiyê de rûspiyan bang li şêniyên herêmê kir ku bi hewldanên sorkirinê û derxistina fitneyê nexapin û dem hatiye ji bo aştiyê xebat bikin.
Rûspiyan careke din teqezî bi yekitiyê û redkirina fitneyê kir û ji bo avakirina siberojeke ewletir banga karê hevbeş kir.
Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku rûspiyên El Efadle, El Igêdat, El Şiêtat, El Cebûr, El Begare, El Bû Xabûr, El Icêl, El Fedan, El Haşim, El Bû Şaban, El Bû Nasir û Serdiye ev daxuyanî dane.



