Treneke rêwiyan li başûrê Almanya ji rê derket.
Di qezayê de, ku tê texmînkirin ji ber şemîtina axê çêbûye, herî kêm 3 kes mirin.
Li gorî raporên hatine dayîn, di bûyera li Riedlingen, ku nêzîkî 160 kîlometre li rojavayê Munihê ye, 50 kes birîndar bûne. 25 ji wan di rewşek krîtîk de ne.
Di dema bûyerê de, nêzîkî 100 kes di trênê de bûn, du vagonên wê ji rê derketin.
Rayedarên herêmî ragihandin ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku qeza dibe ku ji ber şemîtîna axê pêk hatiye.
Polîsê Federal diyar kir ku ti delîlên bandora derveyî tune ne.
Li gorî Servîsa Meteorolojiyê ya Alman, berî qezayê li herêmê bahozên dijwar qewimîn.
Tîmên lêpirsîna cihê sûc û lêkolînerên qezayên trênê li herêmê xebata xwe didomînin.



