Li bajarê Hesekê Desteya Tenduristiyê navendeke tenduristiyê ji bo dermankirina zarokên nexweş ên bi kêmxureka dijwar ketine, vekir.
Desteyê diyar kir ku navend bi armanca kêmkirina metirsiya mirina zarokan û parastina wan hatiye vekirin.
Di navendê de dê xizmetên tenduristiyê bi rêbazên pêşketî ji bo zarokên bi nexweşiya kêmxurekê ketine wê bê pere werin pêşkêşkirin.
Li navendê cihê 15 zarokan tevî dayikên wan heye.
Di heman demê de odeyên taybet ji bo nexweşiyên din hatine amadekirin.
Navend dê 24 saetan di bin çavdêriya bijîşkan de be.



