Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî jinên li perava Sûriyeyê hatine revandin daxwaza lêkolînê kir û bêdengiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî şermezar kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku ji destpêka Sibata borî ve revandin û windakirina bi zorê ya jinên Elewî hatin belgekirin.
Hat diyar kirin têkildarî van bûyeran tu pêşketinên şênber di lêkolînên fermî de çênebûne.
Rêxistinê hûrguliyên revandina 8 jinan belge kirin, bi raporên der barê revandina bi dehan jinan de, di nav de zarokên keç ên ku bi roj hatine revandin, şopandin.
Rêxistina Efûyê ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest ku ji bo mîsogeriya parastina jinan, revandin û binpêkirinan, tedbîrên lezgîn bigire.


