Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Tebqayê di êrişeke çekdarî ya du kesan de sivîlek û du endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh (28 Tîrmeh) li Tebqayê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de sivîlek û du endamên hêzên wan birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin “Duh (Duşem 28’ê Tîrmeh) du kes ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bi çeka klaşînkovê êrişî du endamên hêzên me kirin.
Êrişa li dijî her du endamên me, li nêzî çerxerêya rojava ya bajarê Mensûra yê gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê li pêşiya dikaneke bazirganiyê pêk hat.
Di encama êrişê de her du endamên hêzên me birîndar bûn. Sivîlek jî ku di wê kêliyê de li cihê bûyerê bû, birîndar bû.
Hêzên me niha hewldanên xwe didomînin, ku kesên ku di vê kiryara terorîst de beşdar bûne bişopînin û wan radestî dadgehê bikin. Her çend em vê êrişa tirsonek û hewldanên afirandina kaosa ewlehiyê jî li herêmê bi tundî şermezar dikin, em ji gelê xwe re piştrast dikin ku em bi tevahî pabendî berpirsiyariyên xwe yên neteweyî yên parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne. Em piştrast dikin ku hewldanên wiha yên xirab dê me ji bicihanîna erkê xwe û berdewamiya rêya xwe bi biryardarî dûr nexin.“



