Li gelek bajar û gundan li seranserê Siwêdayê li dijî dorpêç û binpêkirina çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê xwepêşandan li dar ketin.
Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî jinên li perava Sûriyê hatine revandin daxwaza lêkolînê kir û bêdengiya hikumeta veguhêz a Sûriyê jî şermezar kir.
Xelkê Siwêdayê li dijî dorpêç û binpêkirinan xwepêşandan li darxistin.
Xwepêşanderên gundê El-Munaydra yê li gundewarê Swêdayê daketin kolanan û siyaseta “birçîbûna sîstematîk” û dorpêça li ser parêzgehê şermezar kirin.
Li bajarê Selxed ya li başûrê Siwêdayê jî, bangên ji bo rakirina dorpêçê û vekirina rêyên mirovî kirin.
Li bajarokê El-Qerya xwepêşandaneke mezin pêk hat.
Xwepêşanderên ji mezhebên cuda beşdar bûn û sloganên şermezarkirina “komkujiyên ku ji aliyê desthilata Tekfîrî el-Colanî ve hatine kirin” bilind kirin.
Li bajarokê Arman jî, xwepêşandanek bi heman rengî pêk hat û daxwaza bidawîanîna dorpêça ku ji du hefteyan zêdetir hatiye ferzkirin û dabînkirina parastina navneteweyî hat kirin.
Xwepêşandanên bi heman rengî li Sehwet el-Xeder, Hebran û bajarê Şehba jî hatin lidarxistin.
Rêxistina Efûyê ji bo jinên li peravê Sûriyê hatine revandin banga lêkolînê kir
Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku der barê revandina jinên li perava Sûriyê de lêpirsîneke zelal û cidî bike û xwest çarenûsa wan diyar bike.
Rêxistinê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Tartûs, Laziqiyê, Hums û Hemayê ji destpêka Sibata borî ve revandin û windakirina bi zorê ya jinên Elewî hatin belgekirin.
Têkildarî van bûyeran tu pêşketinên şênber di lêkolînên fermî de çênebûne.
Rêxistinê hûrguliyên revandina 8 jinan belge kirin, bi raporên der barê revandina bi dehan jinan de, di nav de zarokên keç ku bi roj hatine revandin, şopandin.
Li gorî raporê, ji hin malbatan fidye hatine xwestin. Her wiha hate destnîşankirin ku li gorî hin raporên din îhtîmal hene ku hin jin bi darê zorê hatine zewicandin an jî binpêkirin li dijî wan hatine kirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hate destnîşankirin ku “Malbatên hin mexdûran agahîname radestî polîsan kirine, lê tu bersivên fermî yan agahî wernegirtine. Hin malbat rastî muameleya xirab an giliyan hatin.
Rêxistinê ji hikumeta veguhêz a Sûriyê xwest der barê giliyên malbatan de agahiyên fermî pêşkêş bike, berpirsên van sûcan bigire, ji bo mîsogeriya parastina jinan ji revandin û binpêkirinan, tedbîrên lezgîn bigire.



