Şandeyek Ewropayê ji 39 kesan pêk dihat ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re li Stenbolê serlêdan kiribû. Migenda yê Elmanî, diyar kir ku îxracata çekan bo Tirkiyê polîtîkayê şer gur dike û azadiya Rêber Apo weke sembola têkoşîna aştî û demokrasiyê bi nav kir.
Rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnas jî di nav de 39 kes ji welatên cuda yên Ewropayê, di 1’ê Tîrmehê de di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de çûn Stenbolê û ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê dan.
Rêveberê Eyaleta Hesen a Partiya Çep a ElmanyaJakob Migenda, ku di nav şandeyê de bû.
Mîgenda diyar kir ku hevgirtina bi têkoşîna azadî û aştiyê re pir girîng e û diyar kir ku banga Rêber Apo a 27’ê Sibatê firsendek e û got:
“Aştî ne tenê ji bo herêmê, ji bo Tirkiyeyê jî nîşaneke pir baş e ku pevçûn dikarin bi dawî bibin û demokratîkbûn pêk were.”
Migenda kampanyayên ji bo Rêber Apo ên li Almanyayê bi bîr xist û got:
“Gelek mirovên cuda beşdarî kampanyayên me dibin. Baş e ku têkoşîneke me ya hevpar heye û girîng e ku sembol di têkoşînê de hebin. Azadiya Ocalan yek ji van sembolan e. Ev sembol dibêje, ‘Erê, hêza me heye ku em ji bo azadiya xwe şer bikin.’



