Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser malpera xwe a X’ê peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyamê de dibêje ku QSD’ê ji dema avabûna xwe ve pabendî parastina yekîtiya Sûriyê ye.
Ebdî got, Ji damezrandina xwe ve, Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî parastina yekîtîya Sûrîyê û ewlehîya hemû pêkhateyên wê bûne.
Fermadarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew îro li çareserîyeke neteweyî digerin ku yekîtîya welêt di bin yek al û artêşeke neteweyî ya yekgirtî de biparêze ku ewlehî û aramîya hemû Sûrîyan garantî bike.



