Şaredariya Gel a Qamişloyê hewl dide ser çemê Ceqceq bigire û li ser wê dikanan ava bike.
Lê, hin kes û komeleyên jîngehê yên xwecih daxwaz kirin ku ev proje were betalkirin û pêk neyê.
Şaredariya Gel a Qamişloyê di 26’ê Tîrmehê de ji bo paqijkirina çemê Ceqceq bi dirêjahiya 7 kîlometre û avakirina sûkeke bazirganiyê li ser çem, projeyek ragihand.
Armanca şaredariyê ji vê xebatê ew e ku kanaleke sergirtî ava bike û li ser wê sûkeke bazirganiyê ava bike.
Komeleyên Jîngehê bi tundî piroje şermezar kirin û diyar kirin ku ev proje binpêkirineke Peymana Civakî û xalên wê ye.
Di heman demê de jî destdirêjî li ser jîngehê û çanda bajar dike.
Komeleyan desnîşan kirin ku Çemê Ceqceq ne tenê cihokeke avê ye, lê belê rihê Qamişlo ye û çi destdirêjiya li ser tê wateya destdirêjiya li ser nasnameya Qamişloyê.



