Siwêda hîn jî di dorpêç de ye.
Li Siwêda niha Pêwîstiya lezgîn a pêdeviyên jiyanî û tenduristiyê heye.
Çalakvanên ji Siwêdayê bang kir ku dorpêça li ser Siwêdayê were rakirin û hesab ji sûcdaran were pirsîn.
Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê di 13’ê Tîrmehê de êriş li dijî bajar û gundewarên Siwêdayê dabûn destpêkirin û komkujî û binpêkirin pêk anîn.
Di encamê de jin û zarokî ji di nav de, nêzî hezar û 500 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li gorî şahidan, li gundewarên rojava heya navenda bajar, gelek dever hatin rûxandin û bi hezaran sivîl koçber bûne.
Ji wê rojê ve Siwêda di bin dorpêçeke giran de ye û xurek, madeyên tenduristiyê û sotemenî gelekî kêm bûne.
Duh li bajar û gundên Siwêdayê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanan de dorpêça li ser herêmê, komkujî û binpêkirinên ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine kirin, hatin şermezarkirin.
Çalakvanên Siwêda: Divê deriyek mirovî ji bo Siwêda were vekirin
Çalakvan û rewşenbîrên ji Siwêdayê li hemberî binpêkirin û ambargoyê nerazîbûn nîşan dan.
Endamê Kombûna Mamosteyan Nîdal El Mehîsawî bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên li Siwêdayê wek tevkarî bi nav kir û got:
“Sûc û binpêkirinên ku li Siwêdayê rû didin wêneyekî dubare yê êş û azarên ku li deverên din ên Sûriyeyê nîşan dide.
Li hemberî van rûdanan tu destwerdaneke cidî yan bersiveke lezgîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve çênebûye.”
El Mehîsawî bang kir ku bi lez deriyên mirovî vekin û ambargoya li ser Siwêdayê rakin.
Parêzera bi navê Lîna Ebû Hemdan jî îşaret bi vê yekê kir ku li Qada El Kerama dîsa hersa gel derdikeve pêş û ev li gotinên xwe zêde kir:
“Gelê ku sembolên dîktatoriya berê anîn xwarê îro dikin pergalên tundraw û cahiltiyê jî birûxînin.”
Lîna bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta veguhêz bikin bila ambargoya li ser Siwêdayê rakin û wê neçar bike li gorî lihevkirina bi rûspiyên herêmê re tev bigire.



