Şaredariyên gel ên bajarên Hol û Şedadê, di çarçoveya plana xwe ya 2025’an de, dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyonan û binesaziyê kirin.
Şaredariya Gel a Holê di çarçoveya plansaziya xwe ya 2025ˊan de ku gelek tax û deverên li bajêr û gundewaran digire nava xwe, xebatên çêkirina kanalîzasyonên li gelek taxan daye destpêkirin.
Li bajarê Şedadê jî şaredariyê dest bi avakirina kanalîzasyonekê li gundê El Becdelî kir.
Hat diyar kirin ku li hundirê bajêr kanalîzasyonek bi dirêjahiya 2 hezar û 500 metreyî tê çêkirin.
Her wiha di demeke nêz de wê xebatên rêya Til Şayir a ku Şedadê bi Deşîşayê ve girê dide were sererastkirin û hemû xebat dê di kêmtirî mehekê de werin bidawîkirin.



