Nivîsgeha Jinan a (PYD) paneleke diyalogê ya bi serenavê “Ji Reqayê dengê jinan ji bo Sûriyeya azad a demokratîk” li hola Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê li dar xist.
Di Panelê de Sema Bekdaş axivî û bal kişand ser rola jinan di rêvebirina vê qonaxa heyî û xurtkirina jinan.
Her wiha Semayê got:
“Projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser ji bo jinan keştiya xelasiyê ye.”
Sema di dawiya axaftina xwe de banga pêşîgirtina li provakasyonan û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş kir.
Her wiha beşdaran axivîn û paşguhkirina rola jinan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de şermezar kirin û diyar kirin ku divê jin di siyaseta sîstema Suriyeya nû de çih bigirin.



