Li ser heman mijarê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamiyayê daxuyaniyek sersaxiyê weşand û got:” Doza wî mayînde ye û bandora wî di wijdanê gelên azad de nemir e.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de Tevgera Çand xemgîniya xwe anî ziman û got:
“Bi dilên tijî xemgînî, agahiya koça dawî ya muzîkjenê mezin Ziyad Elrehbanî, stûna hunera dilsoz a cîhana Ereb wergirt.”
Tevgera Çandê destnîşan kir ku El-Rehbanî muzîk û dengê xwe nexist xismeta alî û kesên desthiltdar û got:
“Em ê qet helwestên wî yên wêrek ên ji bo piştgiriya ramana azad û demokratîk a Rêber Apo ji bîr nekin.
Ew di wê baweriyê de bû ku Netwe Demokratîk çareseriya tevahî pirsgirekê gelê bi destin.”
Di dawî de Tevgera Çandê Ziyad Rehbanî weke huner û têkoşîna şeoreşgerî bi navkir û got:
“Dengê wî mayînde ye.. doza wî mayînde ye û bandora wî di wijdanê gelên azad de nemir e.”



