Çalakiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve li sûka kevn a bajêr hatiye destpêkirin, ji bo bîranîna şehîdên fermanê berdewam dike û rastî eleqeyeke mezin a gel tê.
Rojane ji her deverên Şengalê serdanên konê çalakiyê tên kirin.
Her ku ber bi salvegera fermanê ve diçe, çalakiya Rêveberiya Xweser a Şengalê girseyî tên pêşwazîkirin.
Cigirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ku li cihê çalakiyê amade bû, diyar kir ku di hemû salvegerên fermanê de divê ew ji bîr nekin ku bi saya şervan û gerîlayan, ew ji qirkirinê rizgar bûne û got:
“Niha dikarin li ser axa xwe bîranîna şehîdên xwe çêbikin.”
Îbrahîm diyar kir Çalakiya wan ya li Şengala kevin hatiye destpêkirin bi eleqeyeke mezin a gel berdewam dike, ji her derê xelk berê xwe dide vir, li şehîdên xwe xwedî derdikevin.
Her wiha Dexîl Îbrahîm anî ziman ku gelek kes xêra şehîdên xwe tînin û bi rêya komîteya amadekar ew xêr li ser mêvanan tê belavkirin.”



