Malpera ocalanvigil.net web ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hate avakirin û bi Îngilîzî û Fransî weşanê dike.
Edîtorên malperê di daxuyaniya xwe de cih da berteka xurt û erênî ya ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di asta navneteweyî de.
Edîtoran got:
“Wekî bersivdana banga Abdullah Ocalan û pêla piştevaniya navneteweyî, ji bo ku em bikaribin çavkanî û agahiyên kampanyaya xwe û hemû xebatên li seranserê cîhanê hatine kirin baştir parve bikin, malpera xwe ya webê nû dikin.
Di malpera me ya nû ya webê de nûbûn, broşûr, dîmen, nameyên Nobelê, agahiyên derbarê geşedanên wekî “Rojên Pirtûkên Abdullah Ocalan”, parêzvaniya hiqûqî, meteryalên konferansên navneteweyî û agahiyên zêdetir cih bigirin.
Her wiha bangên piştevaniyê yên xwediyên Xelata Nobelê bi Rêber Apo re û agahiyên derbarê “Fîlma: Navê min Abdullah Ocalan e”, “Konferansa Navneteweyî: Roma 2025″, Kampanyaya Sendikaya Keyaniya Yekbûyî”, Çand û Huner, Serlêdana bi hezaran parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re”, “Hemwelatîbûnên Rûmetî”, “Însîyatîfa Abdullah Ocalan a Navneteweyî”, “Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim” de cih digirin.



