Li Rûsyayê bi pileya 8,8 erdhej pêk hat. Hat ragihandin erdhej li herêma Kamçatka 20 kîlometre di bin erdê pêk hatiye.
Ji ber erdhejê li gelek welatan hişyariya Tsunamiyê hate dayîn.
Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi pileya 8,8 an pêk hat.
Hat ragihandin erdheja dijwar buye sedema tsunamiyê û piştî demeke kurt pêlên nêzîkî 4 metreyan gihiştin Nîvgirava Kamçatkayê.
GELEK KES BIRÎNDAR BÛN Û BAJAROK HATIN VALAKIRIN
Parêzgarê Herêmê yê Rûsyayê ragihand ku gelek birîndar hene. Her wiha hate diyarkirin ziyan li gelek avahiyan buye û bajarok hatine valakirin.
Şaxa Kamçatka ya Servîsa Jeofîzîkê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê eşkere kir ev erdhej ji sala 1952’an vir ve wekî erdheja herî bihêz a li herêmê ye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê ragihand ku navenda erdhejê 119 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Petro-pavlovsk-Kamchatskiyê ye û 20 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Piştî erdhejê, li herêmê erdhejên bi pileya 6.9 û 6.3 pêk hatin û hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.
Li Japonyayê xelkê li peravan hatin derxistin
Japonyayê ji ber erdhej û tsunamiyê hişyariyeke lezgîn da. Hikûmetê ji bo xelkê li peravan fermana veguhastina nêzî 2 mîlyon kesî da.
Hat ragihandin pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştine peravên Japonyayê û karkerên li Santrala Nukleer a Fukuşîmayê şandin malê.
Li Amerîkayê peravên hawaî hatin valakirin
Li Amerîkayê jî bi taybetî ji bo peravên Hawaiiyê fermana valakirinê hat dayîn.
Sîstema Agahdariyê ya Tsunamiyê ya Amerîkayê ragihand ku piştî erdhejê dibe ku li hinek peravên Rûsya û Japonyayê pêlên tsunamiyê yên xeter rabin.
Her wiha ji bo eyaletên Kaliforniya, Oregon û Washingtonê hişyarî hat dayîn.
Li Endonezyayê jî hişyariya tsunamiyê hate dayîn
Rayedarên Endonezyayê jî hişyariya tsunamiyê dan û ji welatiyan xwestin ku nêzîkî peravê nebin û biçin cihên bilind.



