Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî êrîşên bi moşek û dronan ên Rûsyayê yên di şeva 29’ê Tîrmehê de bi tundî şermezar kir.
Zelenskiy teqez kir ku êrîşên li ser nexweşxane û girtîgehek li herêma Zaporijya sûcên şer bûn ku “bi zanebûn sivîlan hedef girtin.”
Her wiha Zelenskiy diyar kir ku di êrîşan de 22 kes hatine kuştin û 85 kes jî birîndar bûne.
Zelenskiy da zanîn ku hêzên Rûsyayê 73 nîştecihên Ukraynayê hedef girtine û ragihand ku di saet 2’yan de êrîşeke bi moşekan li ser nexweşxaneya bajêr a li bajarê Kamyanskeyê hatiye kirin û jinekê jiyana xwe ji dest daye.
Zelenskî diyar kir ku hêzên hewayî yên Rûsyayê bi zanebûn bombe li girtîgehek li Zaporijya avêtiye û got:
“Ev ne êrîşek bêserûber bû, lê êrîşek bi zanebûn û hedefgirtî bû. Rûsan dizanibûn ku li wir sivîl hene.
Gelek mirî hene, û 43 kes birîndar in. Hin ji wan di rewşek krîtîk de ne.
Ev êrîş yekser piştî ku Amerîka û civaka navneteweyî bang li Rûsyayê kirin ku vegere dîplomasiyê pêk hat.”



