Bi zêdebûna germahiyê re li Kampa Waşokanî zehmetiyên zarokan girantir bûne.
Xemeke malbatan jî ewe hinek avê peyda bikin û pê zarokên xwe hinekî hênik bikin.
Kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê li rojavayê Hesekê yê kantona Cizîrê ye.
Niştecihên wê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 2019ˊan de ji bajarê xwe koçber bûne.
Di vê kampê de malbat di şert û mercên jiyanî yên dijwar de dijîn, bi taybet bi zêdebûna germahiyê re.
Di nava kampê de zarok galonan hildidin û li avê digerin da ku avê dagirin û li laşê xwe bikin.
Girseyên jin û zarokan, di bin tava rojê de, li pêş xezaneyên avê ne, li benda dora xwe ne ku avê dagirin.
Di hundirê konan de rewş zehmettir e. Germahî bêhna mirovan teng dike. Bi wê re kon bûne odeyên xeniqînî ku bi kêrî jiyanê nayên.
Ji 2019ˊan ve koçberiyê xewnên zarokan ên jiyanê têk birine.
Li hember wê jî hîna malbat bi hêviya vegera ewle li warên xwe ne ku ji van zehmetiyan xelas bibin.



