Li ser daxwaz û giliyên şêniyên hin taxên Qamişloyê yên der barê qutbûna ava vexwarinê de, şaredariyê dest bi xebatên çareserkirina pirgirêkê kir.
Li gorî agahiyên ku Şaredariya Qamişloyê li ser rûpela xwe ya medya dijîtal parve kiriye, şêniyên hin taxên Qamişloyê ji ber qutbûna ava vexwarinê giliyên xwe gihandin şaredariya bajêr.
Li ser giliyên şêniyan Daîreya Avê ya Şaredariya Qamişloyê dest bi xebatên çareserkirina pirgirêkê kir.
Tîmên Daîreya Avê li cihên ku av lê qut dibe li sedemên pirsgirêkê geriyan û dest bi xebatên sererastkirinê kir.
Rayedarên daîreyê diyar kir ku tîmên wan bi şev û roj dixebitin ji bo ku pirsgirêkê çareser bikin û av dê di demeke kurt de bigihêje taxan.
Daîreya Avê ji şêniyan jî xwest avê bi rêk û pêk xerc bikin da ku bigihêje hemû deverên bajêr.



