Rêveberiya Kampa Holê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NYˊyê îro komeke ji 127 kesan pêk tê ji kampê derxist û ber bi herêmên wan ve bi rê kirin.
Di komê de 127 kes hene û ber bi herêmên wan ên li Reqa, Heleb û Idlibê hatin rêkirin.
Derxistina vê komê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser, Navenda Sûriyê ya Lêkolînan û bi amadebûna nûnerên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, pêk hat.
Ev gav, di çarçoveya pabendbûna Rêveberiya Xweser bi misogeriya vegera ewle û birûmet a ji bo kesên dixwazin vegerin cihên xwe de, pêk tê.
Beriya ev kom bi rê bikeve, aliyên di vê yekê de amade, rêkeftineke fermî ku tê de bend û mekanîzmayên hevkariyê hene, îmze kir.
Der barê mijarê de serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser hewlên vegerandina tevahî kesên dixwazin vegerin cihê xwe didomîne.
Her wiha diyar kir ku ti bersiv ji aliyê hikûmeta veguhêz ve tune ye ku karê Sûriyên dixwazin vegerin herêmên xwe hêsan bike.



