Şêniyên Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn. Şêniyan banga xurtkirina xweparastinê kir.
Bi boneya salvegera 11`mîn a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ` di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî civaka Êzidî pêk anî, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava civîneke li dar xist.
Civîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî: Em ê qirkirinan bi dawî bikin” li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê pêk hat bi beşdariya bi dehan endam û xelkê bajêr pêk hat.
Di civînê de sînevzyonek li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê di 3`ê Tebaxa 2014`an de û komkujiya hovane ya li dijî civaka Êzidî, bi taybetî jin û zarokan, hat nîşandan.
Piştî wê, Ji Rêveberên Yekîtiya Êzidiyan li Sûriyeyê Suad Hiso axivî û şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî.
Suad diyar kir ku ev komkujî ji bo Êzidiyan bû egera ku civaka xwe birêxstin bikin û hêzên xwe yê parastinê ava bikin da ku careke din rastî komkujiyan neyên.
Ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Koçer bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê kir ku bibin yek û hêzên xwe bikin yek da ku pêşî li komkujiyan bigirin.
Da dawiyê de Yekitiya Jinên Êzidî ji ber rola wan a parastina civaka Êzidî xelatek diyarî YPJ`ê kir.



