Li Şengalê çalakiya bîranîna şehîdên Fermana 3’ê Tebaxê didome.
Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Nayîf Şemo di çalakiyê de banga yekîtiyê li civaka Êzidî kir.
Çalakiya bîranîna şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Sûka Kevin a Şengalê tê kirin û li cihê çalakiyê wêneyên şehîdên fermanê hatin daliqandin.
Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Cîhan Celo û Nayîf Şemo û gelek welatiyên Êzidî beşdarî çalakiyê bûn.
Nayif Şemo: Divê êzidî bibin yek û daxwaza mafên xwe bikin
Nayîf Şemo li ser rastiya fermanê axivî û diyar kir buyereke wiha di dîrokê de bi serê ti civakeke din de nehatiye û wiha got,
“Heta roja îro jî, gelek kes û alî li hember vê êrîşa hovane bêdeng man.
Bêdengî rê liber dubarebûna hovîtiyê vedike û nayê qebûlkirin.
Divê civaka Êzidî bi hevre rabe ser piyan û daxwaza mafên xwe yên rewa bike.
Pêwîste em di vê salvegera fermanê de dengê xwe bilind bikin, qêrîna xwe bigihînin hemû cîhanê û nehêlin ku ev hovîtî û jenosîd ji bîr bibe.”
Şemo diyar kir ku keda şehîdan bingeheke ji bo vegera gel a li Şengalê ye û got, “Her kesê ku li ser xaka me şehîd bûne ew şehîdên Êzidîxanê ne û keda wan ti carî nayê ji bîr kirin.



