Hat diyar kirin komîsyona ji bo çareseriya pirgirêka Kurd ku demeke di rojevê de ye, wê 4-5’ê Tebaxê civîna xwe ya ewil li dar bixe û navê wê jî bê diyarkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar kir divê komîsyona li meclisê bi rêgeza pirrengiyê bê avakirin û derfeta dîrokî li ser bingeha qanûnî mayînde bike.
Serokê Meclisa Tirkiyê çend roj berê derbarê komîsyona ku wê bê avakirin de ji partiyên siyasî re nivîs şand û ji her partiyê wê çend kes di komîsyonê de cih bigirin diyar kir.
Li gorî vê, di komîsyona 51 kesî de AKP 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4, ÎYÎ Partî 3 û Partiya Yenî Yol bi 3 parlemeneran cih bigirin.
Her wiha 6 partiyên ku koma wan di meclisê de tune jî wê her yek bi 1 parlemeterî cih bigirin.
Hatibû ragihandin ku divê partî herî dereng heta 31 Tîrmehê navên endamên komîsyonê diyar bikin.
Heta niha gelek partiyan navên endamên xwe diyar diyarkirine.
Li gorî bernameya serokê meclisê komîsyon wê civîna xwe ya ewil di 4-5’ê Tebaxê de pêk bîne û navê komîsyonê jî bê diyarkirin.
Tê diyarkirin wê komîsyon di nava du mehan de pêşniyazên şênber pêşkêş bike.
“Komîsyon wê derfeta dîrokî li ser bingeha qanûnî mayînde bike”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî îro derbarê mijarê de civîna çapemeniyê li dar xist bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”.
Ayeşgul destnîşan kir ku divê komîsyona li meclisê bi rêgeza pirrengiyê bê avakirin û got, “Ev komîsyon amadekariyan dike da ku derfeteke dîrokî li ser bingehek qanûnî mayînde bike.”
“Cih girtina ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê”
Her wiha destnîşan kir cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê û got,
“Em dixwazin hemû cudahîyên li vî welatî bi reng û dengên xwe di sedsala duyemîn a komarê de bên temsîlkirin.
Em li seranserê welat ji Amedê heta Stenbolê demokrasî xwişk û biratiyê dixwazin û ji bo vê yekê têdikoşin.”



