Li taxa Ceremana ya Şamê têkilî bi jineke ciwan re qut bû.
Hemwextî wê jî jinek û mêrek ên Kurd li bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin girtin.
Ji 28ˊê Tîrmeha 2025ˊan ve dema ku Yusra Ibrahîm li taxa Ceremana ji dibistanê derdikeve têkilî pê re qut bûye.
Yusra bi eslê xwe Kurd û ji gundê Xirbet El Werd ê Şamê ye.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê tu agahiyên der barê cihê wê de nehatine bidestxistin.
Di 27ˊê Tîrmehê de jî 2 welatiyên Kurd li bendeke kontrolê ya li taxa Tişrîn a Şamê, bêyî tu belgeyên girtinê yên fermî hebin, hatin girtin.
Mihemed Îbrahîm û Sebîhe (36) ji gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî ne, dema ew di benda kontrolê re derbas dibûn, tên girtin.
Malbata jina ciwan û yên her du kesên din bang li aliyên berpirsiyar dikin ku berpirsiyarên xwe yên yasayî û mirovî pêk bînin û demildest aqûbeta wan eşkera bikin.



