Havil Acar piştî 31 salan ji girtîgehê derket û li bajarê Êlihê bi coş û govendê hate pêşwazîkirin.
Girtiyê bi navê Havil Acar ê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha bajarê Tirkiyê Afyonê derket li gundê xwe Xincika yê girêdayî bajarê Êlihê bi girseyî, bi govend û dîlanê hate pêşwazîkirin.
Tevî malbata wî, rêvebirên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtîiyan, nûnerên partiyan û saziyên civakî beşdarî pêşwazîkirina wî bûn. Acar diyar kir ku, kêfxweşiya wî nîvî maye û daxwaza berdana girtiyên din kir.
Havil Acar, di sala 1994’an de li Êlihê hatibû girtin û di nava 31 salan de li gelek girtîgehan ma.



