Artêşa Tirk a dagirker îro ji serê siharê ve rêyên sereke yên çend gund li sînorê bajarokê Batîfa ya Duhokê girtine, rê nedan welatî û cotkarên deverê biçin ser zevî û baxçeyên xwe.
Çavkaniyekê ji ajansa Rojnews’ê re ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya çend gundan ku deverî nuqteyên kontrolê ne rê bi temamî girt.
Ev liv û tevgera leşkerên artêşa Tirk ku heta saet 5:00 dewam kir.
Heta niha tu daxuyaniyên fermî têkildarî vê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li deverê nehatine dayîn.
Her wekî Hikûmeta başûrê Kurdistan û Iraqê jî têkildarî mijarê heta niha bêdengin.



